Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Di meha kanûnê de Heskîfê dê di bin avê de bihêlin!

Pêngava Bendava Ilisuyê heta 40 kîlometreyî dirêj bû û ji ber vê yekê heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane. Tê gotin ku dê Heskîfa dîrokî jî di meha kanûnê de di bin avê de bimîne

Dê ji ber Bendava Ilisuyê 199 gundên girêdayî Sêrt, Mêrdîn û Êlihê di bin avê de bimînin. Heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane. Ji gundê Germav ê Mêrdînê ve li seranserê bendavê heta 35 kîlometreyan pêngara bendavê dirêj bûye. Tê diyarkirin ku heta niha 600 milyon metrekup av ketiye bendavê û dê miqdara avê heta 10 milyar û nîv metrekup be.

Heta niha gola bendavê 35 kîlometre hatiye çêkirin û hîn jî didome. Tê gotin dirêjahiya gola ku ji sînorên navçeya Misircê heta sînorên Heskîfê 40 kîlometre ye. Her wiha hat diyarkirin ku dê Heskîfa dîrokî jî di meha kanûnê de di bin avê de bimîne.

Ji ber gola bendavê rêya gelek gundan hatiye girtin û li hin deveran gihanî bi keştiyê tê kirin. Rêya gundê Kanî Mîrê, Avte Jor û mezrika Gozîkê di bin avê de maye.

Her ku diçe ava gola bendavê bilind dibe û ji ber vê Tel Fafan ku tê gotin bajarê ewil ê lîmanê yê Mezopotamyayê ye, jî di bin avê de ma. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar