Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Cumartesi - 15 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Hebîb: Em tu serkeftinan di asoya komîteya amadekirina makeqanûnê de nabînin

Serokê Desteya Rêveber a MSD’ê Hîkmet Hebîb diyar kir ku binkeftina komîteya amadekirina makeqanûna Sûriyeyê jixwe dihat texmînkirin. Hebîb bi lêv kir ku komîte li ser daxwaza Rûsya, Tirkiye û Îranê hatiye avakirin û nûnertiya gelên Sûriyeyê nake

Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê ji ber nakokiyên di navbera aliyan de nekarî civîna xwe ya duyemîn li dar bixe. Têkildarî mijarê serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hîkmet Hebîb ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Rênas Remo re axivî.

Hîkmet Hebîb da zanîn ku dihat payîn ku komîte civîna xwe ya duyemîn li dar bixe û wiha dom kir: “Lê ji ber nakokiyên di navbera aliyan de nekarîn li dar bixin. Jixwe encameke wiha dihat texmînkirin. Sponsorên vê civînê Rûsya, Îran û Tirkiye ne. Ev alî dixwazin bi rêya komîteyê berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew jî ji nûnertiya gelên Sûriyeyê nakin. Bi vê nakokiyê jî xuyaye ku ev komîte dê nekarî tiştekî bi ser bixe.”

‘MSD bi çareseriya siyasî re ye’

Di berdewamê de jî Hebîb got ku çareserî bi lidarxistina kongreyeke neteweyî ku ji hemû aliyan pêk tê pêkane û wiha derbirî: “Weke MSD’ê em bi çareseriya siyasî û xebatên amadekarina makeqanûnê re ne. Lê ne bi vî şêwazî. Diviya kongreyeke neteweyî bihata lidarxistin û komeleyeke giştî bihata avakirin. Ev komele jî dê makeqanûn amade bikira. Divê makeqanûn ji hêla gelên Sûriyeyê bi xwe ve bê amadekirin.”

Durûtiya rêxistinên navdewletî

Hebîb diyar kir ku li ser xwîna gelê Sûriyeyê bazar tên kirin û wiha pê de çû: “Armanca tiştên niha, çareserî nîne. Komîteyeke li derve heye û li gorî berjewendiyên navdewletî û herêmî tevdigerin. Lê hêzên çalak ên li ser erdê ji komîteyê dûr tên lidarxistin. Ên herî girîng jî MSD û Rêveberiya Xweser e. Gerr Pedersen di daxuyaniyên xwe yên dawî de pesnê beşdaran da lê tiştekî nû pêşkêş nekir. Metirsiyên xwe yên ji bo sivîlên li Idlibê anî ziman lê qala sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin topbarana artêşa tirk de ne nekir. Ev jî dike ku gelên me ji durûtiya van rêxistinên navneteweyî bikeve nava fikaran.”

‘Rêxistinên navdewletî aloziyê çareser nakin’

Herî dawî jî Hîkmet Hebîb wiha got: “Rêxistinên navdewletî aloziyê çareser nakin. Bi taybet jî di mijarên girêdayî destûrê de. Li gorî biryara 2254’an avakirina komîteya destûrî dihewîne. Lê di rewşeke ku gelek herêmê dagirkirî û bi nakok hene de nabe. Em tu serkeftinan di asoya vê komîteyê de nabînin. Divê civaka navdewletî beriya her tiştî dagirkeriya dewleta tirk rawestîne û terora li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Em dixwazin ku NY û buroya nûnerê navneteweyî yê Sûriyeyê careke din di ber çavan re bê derbas bikin. Rûsya, Tirkiye û Îran mudexeleya karê wê dike. Divê mijarên bajarên dagirkirî û tundiya ku li Sûriyeyê zêde dibe beriya destûrê bên nîqaşkirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar