Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Girîngiya Eyn Îsa û geşedanên li navçeyê

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dagirkirina navçeya Eyn Îsayê ku xwedî cihekî stratejîk e, hewl didin navçeyê dorpêç bikin. Li hemberî van hewldanan jî şervanên HSD’ê, hêzên ewlekariyê û hêzên rejîmê li ber xwe didin

Navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî di hêla erdnîgariyê de xwedî girîngiyeke stratejîk e. Navçe di navbera herêmên Cizîr û Firatê de ye. Di heman demê de di navbera bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê de ye û rêya navneteweyî  û korîdora di navbera Hesekê-Helebê li vê navçeyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê ye ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dagir bikin. Bi vê yekê re jî hewl didin rêya navdewletî qut bikin.

Gelemperiya şêniyên navçeyê kurd û erebin. Navçe 45 km’yan ji sînorê bakurê Kurdistanê dûr e. Piştî ku gundê Şergirak û depoyên wê ku 15 km li bakurê hatin dagirkirin, dewleta tirk hem li hêla bakur û hem jî ji hêla rojavayê navçeyê ve dest bi êrîşên xwe kir.

Dixwazin navçeyê dorpêç bikin

Di vê çarçoveyê de çeteyên dewleta tirk li gundên Metamîh, Tîne, Zêbe û El Defî yên li bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi cih dibin. Ji bo ku navçeyê ji hêla başûr ve dorpêç bikin jî di 23’yê mijdarê de êrîşî gundên Seyda û Mielek ên li bakurê kampa Eyn Îsayê kirin. Bi vî awayî hewl didin navçeyê hem ji hêla bakur û hem jî hêla rojava ve bixin dorpêçê.

Êrîşên destpêkê hatin şikandin

Li hemberî van êrîşan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên rêjîma Sûriyeyê jî bersivên tund didin. Şervanan heta niha erîşên çeteyan têk birin. Çete niha bi qasî 6 km’yan nêzî navçeyê ne.

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên leşkerî li derdora gundên Xalidiyê û Dibis ên li rojavayê navçeyê bi cih kirin. Balafirên keşfê jî  bê navber li asîmanê herêmê digerin. EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar