Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

Pazartesi - 24 Şubat 2025

HSD: Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê didomin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li seranserê eniyê didomin. HSD’ê da zanîn ku di êrîşan de 2 şervanên wan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî bîlançoya şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî yên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û tevgerên xwe yên keşfê yên li seranserê herêma eniyê didomînin.

Daxuyanî wiha dom kir:

ZIRGAN

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora Zirganê êrîşên xwe yên bi çekên giran û piştevaniya balafirên bêmirov domandin. Çeteyan li gundên Til Mihemed û Til El Werdê êrîşî herêmên sivîlan û çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan kir.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Eyn Îsa û Qiz Alî bi awayekî dijwar topbaran kirin û gelek herêmên sivîl kirin hedef. Her wiha gundên Zenûba û Korikê bi bi tang û topan topbaran kirin. Ji ber topbaranê ziyan gihişt mal û milkê gelê herêmê.

* Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran û balafirên bêmirov de 2 hevalên me şehîd bûn û 2 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar