Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Qehweya kurdan çawa bû qehweya tirkan?

Beriya bi sed salî ‘Qehweya Kurdan’ hebû. Li Fransayê ji 1800’î û pê de 100 salî bazirganiya wê hate kirin lê bi avabûna komara tirk re ev qehwe jî kirin ‘tirk’

Cureyekî qehweyan ku beriya avabûna komara tirk hebû û bi nasnameya kurdan bû, piştî avabûna dewleta tirk hate înkarkirin.

Qehweya kurdan ku îro navê wê kirine ‘qehweya menengiç’ û bi navê wê yê dn ‘Qehweya Kizwanê’ li Amed, Semsûr, Mêrdîn û Êlihê dihate hilberandin, osmanî lê xwedî derketin û destpêka sedsala 20’an li Ewropa û gelek deverên cîhanê hate firotin.

Divê mirov qehweya menengîcê bi wê qehweyê re tevlihev neke ku tê gotin bi eslê xwe ji Etîyopyayê ye, cara pêşî li Yemenê hatiye çêkirin û bi erebî jê re ‘Elqahwah’ tê gotin.

Qehweya kurdan di navbera salên 1830 û 1930’î de li Fransayê bi navê ‘Chicorée au Kurde’ bazirganiya wê hate kirin. Piştî ku dewleta tirk hate damezirandin hilberandina ‘Chicorée au Kurde’ hate rawestandin û navê wê kirin ‘Qehweya tirkan’.

Ev kevneşopiya qehweyê û çanda wê 2013’yan bi navê ‘Qehweya tirkan’ kete nav Lîsteya Mîrateyên Siruştî ya Navnetewî ya UNESCO’yê.

Qehwe ji dara festeqê ya berî menengîçê tê çêkirin. Di nav de kafeîn tuneye. Li ser etîketa wê ya ku destpêka sedsalê li Fransayê dihate firotin wêneyê şervanekî kurd heye ku tê texmînkirin wêne aidî şervanekî sedsala 15’an e. Tê gotin ev wêne sedsala 17’an ji hêla seyyahên ewropî ve hatiye xêzkirin.

Dema ku qehweya kurdan li Fransayê hate hilberandin li Ewropayê qehwe hê nû bû. Li Fransayê qehwexaneya pêşî 1654’an li Marsilyayê hate avakirin. Ji ber vê qehweya kurdan li Ewropayê di nav yên pêşî de cih digire.

Piştî ku bi qirkirin û komkujiyan mîrateyên çandî hatin talankirin û înkarkirin, hin nirx bi temamî winda bûn, ji hin jî tenê şopa wan ma. Ji qehweya kurdan a ku li Fransayê dihate hilberandin tenê etîketa wê ma. Ew etîket hê jî li ser înternetê bi temsîla çand û hilberandina serdemê tê firotin. Qehweya kurdan her çendî nasnameya wê jê hatibe standin jî, li Kurdistanê li gelek malan û qehweyan tê hilberandin. ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar