Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Çete astengdaran direvînin û ji malbatên wan fîdyeyê dixwazin

Şêniyê gundê Muhra yê Girê Spî Mûstefa Mihemed El Xelef ku astengdar e da zanîn ku komên çete welatiyên astengdar direvîne û ji bo berdana wan jî fîdyeyê dixwazin. El Xelef diyar kir ku çeteyan li gundê wan jî gelek welatî revandine

Welatiyê bi navê Mûstefa Mihemed El Xelef ji gundê Muhra yê Girê Spî ye. El Xelef bavê 3 zarokan e. El Xelef di sala 2015’an de di encama teqîna mayineke ku çeteyên DAIŞ’ê çandibûn de ji destê xwe yê çepê û ji lingê xwe yê rastê bû. El Xelef weke gelek şêniyên Girê Spî ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de koçber bû. Niha li kampa Girê Spî bi cih bûye.

Têkildarî mijarê El Xelef diyar kir ku hêzên dagirker cudahî nedixist navbera sivîl û leşkeran û wiha dom kir: “Her dever bi awayeke bêserûber topbaran û bombebaran dikirin. Li gundên me tu baregeh nînin. Ji bo ku leşker û çete malên me talan bikin, êrîşî gundan dikirin. Ez astengdar bûm û min nekarî mal û malbata xwe biparêzim. Xizmên me yên li gund gotin ku çeteyan gelek mal talan kirine û gelek kes jî bi hinceta ‘têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re heye’ girtine û dest danîne ser milkên wan.”

Astengdarek hate revandin

Bi domdarî jî El Xelef ev tişt anî ziman: “Bi îdiayên derew kesên astengdar weke ku di nava HSD’ê de birîndar bibin nîşan didin û digirin. Astengdarekî li gundê me bi vê îdiayê girtin û ji bo berdanê wî jî 500 hezar lîreyên Sûriyeyê xwestin.”

Bang li hêzên navdewletî kir

Herî dawî jî Mûstefa wiha got: “Ez êdî li gundê xwe venagerim. Ji ber ku her tişt biha bûye, kêm bûye û ji astengdaran re zehmetiyan derdixînin. Dema ku apê min dixwest pezê xwe bifiroşe, çeteyan dest danîn ser pezê wî. Ji bo lêvegerînê jî 50 hezar lîreyên Sûriyeyê xwestine. Ez bang li hemû cîhanê dikim ku zextê li dewleta tirk bikin da ku ji herêmên me derkevin. Her wiha ji bo vegera koçberan bibin alîkar.” EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar