Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Nisan 2025

Polîsan nehişt mele bikeve goristanê!

Şaredariyê, ji bo girtiya nexweş Emîne Aslan Aydogan ku îro li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê jiyana xwe ji dest da, wesayîta cenaze neda û emniyetê jî ji bo vecîbeyên olî mele negirt goristanê

Girtiya nexweş Emîne Aslan Aydogan (64) ku ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan û îro jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê li Goristana Yenîşehîrê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê hat veşartin. Malbata Aydogan, Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li merasî cenazeyê Aydogan bûn. Polîsên ku goristanê dorpêç kirin, hemû kesên ku tev li merasîmê bûn, di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) de derbas kirin.

Wesayîta cenaze ku ji bo Aydogan ji Şaredariya Wêranşarê hat xwestin, binceta ‘xerabeye’ nehat dayîn. Li ser vê yekê malbatê cenazeyê xwe bi qamyonetekî birin goristanê. Meleyê ku ji bo vecîbeyên olî hat goristanê, polîsan ew negirt goristanê.

Li gel hemû astengiyan jî piştî bicihanîna vecîbeyên olî, Aydogan hat definkirin. Malbata Aydogan, dê şîna xwe li Mala Şînê ya Girê Bîrê deyne û sersaxiyan li vir qebûl bike. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar