Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

‘Dewleta tirk û çeteyên wê kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî sivîlan dubare dikin’

Hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Şervan Muslim anî ziman ku kiryarên DAIŞ’ê niha bi destê dewleta tirk û çeteyên wê ve li herêmê tên dubarekirin. Muslim got ku divê dewleta tirk di dadgehên navdewletî de bê darizandin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşan kir, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi cil û bergên nû, bi navê ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê’ û bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî herêmê dikin. Têkildarî mijarê hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Şervan Muslim ji ANHA’yê bi Umer Mihemed re axivî.

Şervan Muslim anî ziman ku di rewşên şer de divê sivîl bi tu awayî hedef neyên girtin û wiha dom kir: “Qetilkirina sivîlan, lîstina bi cenazeyan û hwd. çend kirinên DAIŞ’ê bû. Ev komên ku niha navê artêşa niştimanî lê hatiye kirin, heman tiştan dikin. Ev kom li dijî sivîlên herêmê sûcên şer dikin. Divê dewletên ewropî û ereb rê li ber van tevgerên dewleta tirk û çeteyên wê bigirin.”

‘Divê dewleta tirk bê darizandin’

Muslim teqez kir ku divê dewleta tirk bi van kiryarên çeteyan bê darizandin û wiha bi dawî kir: “Di destpêka êrîşan de dewlet tirk a dagirker û çeteyên wê sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef qetil kirin. Her wiha çeteyan bi cenazeyê şervana YPJ’ê Amara lîstin. Sivîlan li qadan bidarve dikin û malên gel talan dikin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar