Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

Taş: Ev ne qeyûm dagirkirin e

Hevşaredar Awîskê Hatîce Taş xwest derbasî avahiya şaredariyê bibe lê leşkeran ew asteng kir. Têkildarî mijarê Taş diyar kir ku ev tişt ne qeyûm e dagirkirina şaredariyê ye

Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir vê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarokê Awîskê ya girêdayî navçeya Qubîna Êlihê hat kirin. Serê sibê zû bi dehan leşker bi ser avahiya şaredariyê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Leşkeran nehişt kes nêzî şaredariyê bibe û dorpêçkirina leşkeran didome.

Qeymeqamê Qubînê Sînan Aşci yê wek qeyûm hat tayînkirin bi maşîneyên zirxî derbasî hewşa şaredariyê bû û ket avahiyê.

‘Şaredariya me dagir kirine’

Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş xwest derbasî avahiya şaredariyê bibe lê leşkeran bi mertalên xwe ew asteng kirin û destûr nedan derbasî avahiyê bibe.

Hevşaredar Taş têkildarî tayînkirina qeyûm axivî û wiha got: “Me ji wezîfeyê dûr xistin. Qeyûm tayîn kirin. Lê mirov ji vê re nikare bêje qeyûm tayîn kirine, şaredarî dagir kirine. Îktîdarê carek din rûyê xwe yê veşartî nîşanî me da. Em hêj nûnerên gelê xwe yên hatine bijartin in. Yên tayînkirin ji zimanê gelê me fêm nakin. Em ê li ber xwe bidin.”

Hat zanîn ku Hevşaredar Osman Karabulut li derveyî bajêr e. Hevşaredar Taş û komek welatî bendemayîna xwe ya li ber şaredariyê didomînin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar