Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Di qonaxa nû ya boykotê de rêzefîlmên tirk jî hene

Koma Pêngava Boykota Malên Tirkî ragihand ku di qonaxa nû de dê rêzefîlmên dewleta tirk jî boykot bikin. Endamê koma boykotê Rêbaz Faruq anî ziman ku li dijî boykotê eleqeyeke mezin a gel heye

Bi destpêkirina êrîşên dagirker û qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê kampanyayên boykotkirina malê tirkî hatibû destpêkirin. Kampanya her ku diçe berfirehtir dibe û derbekî giran li aboriya dewleta tirk tê xistin. Kampanya rastî eleqeyeke mezin a gel tê. Koma Pêngava Boykota Malên Tirkî ragihand ku boykota malên tirkî berdewam e û dê di qonaxa nû de boykotkirina rêzefîlmên tirkî jî hebin.

Endamê Koma Boykotê Rêbaz Faruq têkildarî pêngava boykotê axivî û wiha got: “Pêngava boykotkirina malên tirkî berdewam dike. Bêguman bandoreke vê boykotê çêbû û gel jî piştgiriya vê dike. Em ne li bendê bûn ku ew qas berfireh bibe. Lê asta niha cihê dilxweşiyê ye.”

Qonaxeke nû dan destpêkirin

Di berdewamê de jî Faruq qala şêwaza domandina kampanyayê kir û wiha bi dawî kir: “Me têkildarî boykotê qonaxeke nû da destpêkirin. Di vê qonaxê de boykota rêzefîlmên tirkî jî heye. Me îro broşurên têkildarî mijarê amade kirine. Em ê pêngava boykotkirina rêzefîlmên tirkî jî bidin destpêkirin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar