Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Şandeya Mexmûrê ji bo rakirina ambargoyê li Silêmaniyeyê hevdîtinan dike

Şandeyeke ji Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ibo rakirina ambargoya li ser wargehê, bi sentera Girîngîdayîna Demokrasî û Mafê Mirovan a Silêmaniyeyê re civiya

Berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17’ê tîrmeha sala 2019’an de li restouranta Hoqqabaz a Hewlêrê hate kuştin. Ji wê rojê ve Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di bin dorpêça hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de ye.

Ji bo rakirina ambargoya ser wargehê, şandeyeke ji Mexmûrê serdana Silêmaniyeyê kir. Şandeyê bi sentera Girîngîdayîna Demokrasî û Mafê Mirovan a Silêmaniyeyê re civiyan. Şandeya Mexmûrê daxwaz ji berpirsên senterê kir da ku ji bo rakirina ambargoya ser wargeha Mexmûrê bikevin nava hewldanan.

Li gorî agahiyan, berpirsên senterê jî diyarkirine ku ew ê hewldanên xwe dewam bikin û bi heman armancê raporekî radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin. Bi heman armancê şandeya Mexmûrê îro bi endamê parlamentoya Iraqê Dr. Kawe Mehmûd ê li ser fraksiyona Goran re civiya.

Tê payîn ku şandeya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê li Silêmaniyeyê ji bo rakirina ambargoya ser wargehê bi sazî û rêxistinên mafên mirovan re bicivin. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar