Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Komxebata siyasî ya kurdan li Kobanê dest pê kir

Ji bo avakirina lêvegereke siyasî ya kurdan û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, li ser banga Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê bi tevlêbûna gelek partiyan û kesayetên serbixwe û welatparêz, li Kobanê komxebatek hat lidarxistin. Komxebat dê du rojan bidome

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê demek berê ji bo avakirina lêvegereke siyasî ya kurdan ku di asta navdewletî de nûnertiya helwesta kurdan bike û li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava, bang li hemû partiyên siyasî, kesayetên welatparêz û serbixwe kiribû ku komxebatekê li dar bixin.

Li ser banga rewşenbîran jî îro partiyên siyasî yên kurdî yên weke Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyeyê (PDKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (PYDKS), Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (PDKS) û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) li Kobanê komxebatek pêk anî.

Di heman demê de partiyên siyasî, kesayetên welatparêz û serbixwe yên kantonê jî beşdarî komxebatê bûn. Komxebat li parka Ronî War a li navenda Kobanê tê lidarxistin. Di destpêka komxebatê de lêkolînerê siyasî Mesûd Mihemed axivî û got ku aliyên şer ên li Sûriyeyê û dewleta tirk bi salane di nava şerekî leşkerî û siyasî de ne. Mihemed got ku ev hêz li dijî kurdan lihev dikin û li ku derê dibe bila bibe, dema ku mijar dibe kurd hemû dibin yek.

Li parka ku komxebat lê tê lidarxistin tabloyên bi nivîsa ‘Kurdistan welatê me ye, zimanê me kurdî ye, dîroka me zerdeştî ye û giyanê me êzidî ye’ û ‘Ji berxwedana keleha Hewlêrê heta Kobanê keleha berxwedanê em ê li ser soza xwe bin heta Kurdistanê rizgar bikin’ hatine daliqandin.

Komxebat dê du rojan berdewam bike. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar