Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Zarokên Binarê Qendîlê komkujiya Til Rifatê şermezar kirin

Zarokên Binarê Qendîlê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifatê çalakî li dar xist. Zarokan diyar kir ku şehîdkirina zarokên Til Rifat û Rojava, êrîşa li ser hemû zarokên kurd e. Zarokan bêdengiya rêxistina mafên mirovan jî şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta tirk a li Til Rifatê pêk anî ku tê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl hatibûn qetilkirin û 12 jî bi giranî birîndar bûbûn, zarokên Binarê Qendîlê li gundê Kuzîne bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de li ser navê zarokan daxuyaniyek hat xwendin. Daxuyanî ji hêla xwendekara bi navê Dunya Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Mihemed wiha got: “Em weke zarokên Binarê Qendîlê komkujiya dewleta tirk a dagirker û şehîdxistina zarokên kurd bi tûndî şermezar dikin. Em ji vir piştgiriya xwe ya ji bo zarokên Til Rifat û rojavayê Kurdistanê re tînîn ziman. Ev êrîşa dewleta tirk ne tenê ser zarokên rojavayê Kurdistanê, li ser hemû zarokên kurd e.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Çav girtina rêxistinên mafên mirovan ya ji komkujiyên dewleta tirk re, cihê şermezariyê ye. Em van komkujiyên dewleta tirk a dagirker ji bîr nakîn û dê hesabê jê bixwazin.”

Çalakiya zarokan bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bimre dagirkerî’ û ‘Bijî Kurdistan’ bi dawî bû. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar