Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Pazartesi - 24 Şubat 2025

HSD: Hêzên dagirker amadekariyên êrîşên nû dikin

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku liv û tevgera dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li seranserî herêmê didomin. HSD’ê diyar kir ku hêzên dagirkeran qadên sivîlan hedef girtin û di êrîşan de şervanekê wan şehîd bûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên 62 û 63’yemîn ên êrîşên de jî li seranserê herêmê liv û tevgera xwe domand. HSD’ê ragihand ku hêzên dagirker li gelek qadan tevgera balafirên bêmirov domand û cih bi cih jî herêmên sîvîl bi dijwarî tên topbarankirin.

Daxuyanî wiha dom kir:

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker di her du rojan de bi sedan çeteyên xwe anîn herêmê û dest bi amadekariya êrîşên nû kir. Artêşa tirk a dagirker derdora gundê Um El Kêf topbaran kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin milkên sîvîlan. Artêşa dagirker her wiha bi balafirên bêmirov û çekên giran herêma gundê Til El Werid bombebaran kir.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî qadên sivîlan ên li gundên Kendal û Çelebê yên girêdayî herêma Qizelî kir. Her wiha malên gundiyan ên li gundên Erîda û Xirbet Faris rasterast ji aliyê artêşa dagirker ve hatin hedefgirtin.

* Di encama êrîşên artêşa dagirker ên bi balafirên bêmirov de hevalekî me şehîd bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar