Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 4 Kasım 2025

Ji HSD’ê operasyona taybet: Gelek çete, çek û cebilxane hatin desteserkirin

Yekîneyên Antî-Teror ên HSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonekê taybet pêk anî. Di operasyonê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û şervanan dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên Yekîneyên Antî-Teror li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyoneke taybet pêk anîne.

Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Yekîneyên me yên Antî-Teror piştî şopandinekê dem dirêj, li dijî komên ku ji bo şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi bazirganiya der-qanûnî amûrên lojîstîk, çek û cebilxane peyda dikirin, operasyoneke berfireh li dar xist.

Hêzên me, xetên lojîstîk û cebilxaneyên DAIŞ’ê û endamên vê tora bazirganiyê hedef girtin. Çeteyan bi van alavan êrîşên xwe yên terorî pêk di anîn. Di encama operasyona hêzên me de ev tor hat bêbandorkirin. Gelek kesên ku tespît bû tev li nav kar û barên miştexvaniyê bûne û hejmarek ji çeteyan hatin girtin.

Her wiha miqdareke zêde ya çek, cebilxane, amûrên pêwendiyê û dokûmanên rêxistinî hatin desteserkirin. Bi operasyona serkeftî, pêşî li gelek êrîşên ku koma çete amade dikir hate girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar