Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hevşaredara Qoserê Yilmaz hate binçavkirin

Di danê sibehê de polîsan bi ser mala hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û cîgira hevşaredarên Qoserê Dîlber Sulhan de girt. Di serdegirtinê de Yilmaz û Sulhan hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê bi ser mala hevşaredara Şaredariya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û cîgira hevşaredarên Qoserê Dîlber Sulhan de girt. Yilmaz di 4’ê mijdarê de li ser fermana wezareta karên hundir ji peywirê hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin. Polîsan li malan lêgerîn kir û piştre jî Yilmaz û Sulhan binçav kirin.

Hat zanîn ku Yilmaz û Sulhan di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin. Yilmaz û Sulhan li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin.

Têkildarî binçavkirina Yilmaz û Sulhan de tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku polîsan bi ser mala hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek de jî girtine lê ji ber ku Îpek li malê nebû, nehatiye binçavkirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar