Doç. Dr. Osman Aytar da zanîn ku bi êrîşên dewleta tirk re kurd li her devereke bûne yek û ev jî serkeftina Rojava ye. Aytar diyar kir ku tirsa dewleta tirk ne Rojava, Amed e. Aytar got; ‘Tirkiye ku xwedî duyemîn mezintirîn artêşa NATO’yê ye. Lê dike û nake daxwazên xwe nikare bi kesî bide qebûlkirin. Ev yek jî ji bo Rojava û kurdan serkeftineke girînge.’
Hîndekarê Dibistana Bilind a Swêd-Malardalen Doç. Dr. Osman Aytar têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û polîtîkaya kurdan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Mûrat Kûseyrî re axivî.
Osman Aytar di serî de bi bîr xist ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava, kurd li her deverê xistin nava liv û tevgerê û piştgiriyeke berfireh li dijî dagirkeriyê wergirtin. Aytar wiha domand: “Rêxistin û partiyên kurdan ên li Swêdê ku 30-40 sal in nikarin li hev kom bibin, ji bo Rojava li hev kom bûn û platformek ava kirin. Ev yek ji bo kurdan tiştekî nû bû û gelekî girîng bû. Ev yek ji ber serkeftina Rojava ye.”
‘Wezîra karên derve ji bo Rojava tev li çalakiyê bû’
Di berdewamê de jî Aytar got ku ên bi awayekî rexneyî nêzî HSD, YPG û YPJ’ê dibûn jî piştgirî dan Rojava û ev tişt anî ziman: “Her kes li gel Rojava tevgeriya. Li Rojava gavên girîng hatin avêtin. Wezîra karên derve Ann Lînde ji bo dagirkeriya dewleta tirk şermezar bike tev li xwepêşandana piştgiriya bi kurdan re bû. Tev li galaya piştevaniya Rojava bû û di axaftina xwe de got ‘Ez çiyayê kurda me.’ Bi rengekî aşkera peyam da dewleta tirk. Nûnerên ji Rojava tên bi hêsanî dikarin li parlamentoyê bi parlamenteran bi wezîran re hevdîtinan bikin. Ev hemû ji bo kurdan rewşeke erênî ye.”
‘Dewleta tirk dagirker e’
Aytar destnîşan kir ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, hêzên kurdan têkiliyên navneteweyî xistin dewrê û vî awayî jî nehiştin ku komkujiyên mezin pêk werin. Aytar wiha pê de çû: “Hêzên tirk ên li wê deverê dagirker in. Li deverên dagir kirine ereban bi cih bikin jî dê neçar bimînin ku piştî demekê vekişin.”
‘Tirsa Tirkiye ne Rojava, Amed e’
Osman Aytar da zanîn ku tirsa dilê Tirkiyeyê ne Rojava, Amed e û wiha derbirî: “Ya ku dewleta tirk ditirsîne gavên erênî yên li Rojava nîne. Ya ku dewleta tirk ditirsîne bandora vê yekê li Amed, Wan, Colemêrgê yanî li bakurê Kurdistanê ye. Hemû kes dizane ku ji Rojava ber bi Tirkiyeyê ve kevirek jî nehatiye avêtin lê dîsa jî bi derewan êrîş kirin. Îdia dikin ku gef li berjewendiyên wan ên neteweyî tên xwarin. Tirsa mezin a Tirkiye û Erdogan Amed û bakurê Kurdistanê ye.”
Dîplomasiya kurdan
Herî dawî jî Aytar bal kişand ser girîngiya meşandina têkiliyên dîplomatîk ên Rojava bi Rûsya, DYA, Çîn û gelek welatên din re û wiha got: “Tirkiye ku xwedî duyemîn mezintirîn artêşa NATO’yê ye dike û nake daxwazên xwe nikare bi kesî bide qebûlkirin. Ev yek jî ji bo Rojava û kurdan serkeftineke girînge.” STOCKHOLM