Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 4 Kasım 2025

Serokê Meclisa Eşîran a Dêrazorê: Ji bilî HSD’ê em tu hêzan qebûl nakin

Serokê Meclisa Rûspiyên Eşîran a Dêrazorê Şêx Ebdulbasit Elî diyar kir ku serokê ewlehiya Sûriyeyê Elî Memlûk bi hevdîtina xwe ya bi eşîrên herêmê re dixwaze fitneyê bixe navbera gelên herêmê. Elî wiha bertek nîşan da; ‘Me ji bo ku ji HSD’ê veqetin ewqas şehîd nedan. Em ji bilî HSD’ê tu hêzên din qebûl nakin û em bi HSD’ê re ne.’

Serokê Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê Elî Memlûk demek berê bi hinek serokeşîrên li herêma Cizîrê re civiya. Di civînê de Memlûk ji serokeşîrên ereb xwest ku ciwanên xwe ji nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) vekişînin. Hewldana Memlûk di nava pêkhateyên ereb ên di bi sîwana Rêveberiya Xweser de rastî bertekên tund hat. Têkildarî mijarê serokê Meclisa Rûspiyên Eşîran a Dêrazorê Şêx Ebdulbasit Elî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Nesrîn Elî re axivî.

Şêx Ebdulbasît Elî di serî de anî ziman ku serdana Elî Memluk bi armanca xistina fitneyê di navbera eşîrên Sûriyeyê de ye û wiha got: “Di vê serdanê de eşîrên ereb ên li herêma Dêrazorê nehatin vexwendin. Ên ku tev li civînê bûn jî nûnertiya eşîrên ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin. Niha 14 hezar şervanên HSD’ê ji herêma Dêrazorê ne. Her wiha bi sedan ciwanên me ji bo ku herêmê ji terorê biparêzin şehîd bûn. Me ji bo ku dest ji HSD’ê berdin ewqas şehîd nedan.”

‘Eşîrên tev li civînê bûn nûnertiya me nakin’

Di berdewamê de jî Elî diyar kir ku ew weke eşîrên ereb ên Dêrazorê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ne û wiha pê de çû: “Ji bilî HSD’ê em tu hêzên din qebûl nakin. Bi saya biratiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em îro hevgirtî ne. Tu eşîrên tev li wê civînê bûn, nûnertiya me nakin. Li Dêrazorê em derdora milyonek û 600 kes in. Şêxek ji şêxên Dêrazorê yan jî şêniyên wê tev li civînê nebûn. Ew nikarin li şûna me biryaran bidin.”

‘HSD’ê li şûna cîhanê herêm parast’

Herî dawî jî Şêx Ebdulbasit Elî ev tişt anî ziman: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêm li şûna cîhanê parast. Armanca HSD’ê, parastina herêm û mafên gelan û avakirina yekitiyê ye. Em bi HSD’ê û diyalogên Sûriyeyê yên navxweyî re ne. Em ê bi her biryareke ku xizmeta gelê herêmê dike re bin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar