Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

‘Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin’

Meclisa Jinan a HDP’ê diyar kir ku di binpêkirina mafan de herî zêde mafê jinan û zarokan hatiye binpêkirin û di salekê de 305 jin hatine qetilkirin û tundî li 556 jinan hatiye kirin

Meclisa Jinan a HDP’a Amedê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ewilî Hevseroka HDP’ê Alokmen Uyanik axivî û balê kişand ser binpêkirina mafên jinan û zarokan.

Parlamenter Tosun daxuyanî xwend û da zanîn ku ew bi boneya hefteya mafên mirovan hatine gel hev û tevî 70 sal bi ser ragihandina danezana mafên mirovan re derbas bû jî lê di vê qonaxa ew gihîştinê krîzên mezin diqewimin. Tosun got ku mafê jiyanê tê desteserkirin û herî zêde mafên jin û zarokan tên binpêkirin.

Tosûn da zanîn ku di 11 mehên 2019’an de 305 jin ji ber tundiya zilaman hatin kuştin û herî kêm 46 jin hatine tecawizkirin, 204 jin hatine tacîzkirin û tundî li 556 hatiye kirin.

Her wiha Tosûn got ku li gorî daneyên fermî tundî bi deh hezaran jin hatiye kirin û hejmara jinên ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane zêdetir in û diyar kir ku mirov bi mafên xwe mirov in û ew ê dest ji têkoşîna parastina mafên mirovan bernedin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar