Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 17 Haziran 2025

Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin!

Polîsan bi ser goristana li taxa Tekelê ya Farqînê de girt û gora Ramazan Yilmaz û kêlika gora wî jê kirin û li gel xwe birin

Li taxa Tekelê ya navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi ser goristana taxê de girt. Polîsan gora endamê HPG’ê Ramazan Yilmaz xera kir. Li gorî ragihandina şahidên bûyerê polîs di 11’ê kanûnê de nîvê şevê bi ser goristanê de girtine û gora Yilmaz rûxandine û kêlika navê Yilmaz li ser bûye rakirine û li gel xwe birine.

Birayê Yilmaz, Kerem Yilmaz da zanîn ku di hefteya mafên mirovan de êrîşek wiha li hemberî goristanê nayê qebûlkirin û got ku ew vê êrîşê şermezar dikin. Yilmaz anî ziman ku êdî bûye ku tehamulî gorên kurdan jî nakin û wiha got: “Armanca van êrîşan ew e ku êşê bi malbatan bidin kişandin. Beriya niha jî polîsan goristanê rûxandibû.”

Her wiha Yilmaz got ku ew ê derbarê êrîşa li dijî gora birayê xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan bide û giliyê polîsan bike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar