Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin

Hevserokê HDPa Bazîdê Abdullah Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglû yên bi rojnameger Azîz Orûç re hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Lêpirsîna Orûç didome û biryara nepen danîn ser dosyeya wî

Li navçeya Bazîdê ya Agirî di 11ê kanûnê de li gel rojnameger Azîz Orûç, Hevserokê HDPa Bazîdê Abdullah Ekelek û welatî Muhammet Îkram Muftuoglu hatibûn binçavkirin. Îfadeyên Ekelek û Muftugolû yên li emniyetê bi dawî bûn û wan birin Dadgeha Bazîdê û derxistin dozgeriyê.

Piştî îfadeyên Ekelek û Muftuoglû li dadgehê bi dawî bûn bi angaşta Alîkariya rêxistinê kirine hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Agirî.

Biryara nepen danîn ser dosyeya Orûç

Lêpirsîna rojnameger Azîz Orûç li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê hêj didome. Hat zanîn ku biryara nepen danîne ser dosyeya Orûç û qedexeya ser parêzer nikare wî bibîne jî didome. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar