Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Heyva Sor a Kurd ji bo koçberan di nava seferberiyê de ye

Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşokanî ku koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî lê hatine bicihkirin, noqteyeke xizmetguzariyê ava kir. Di vê noqteyê de xizmetên tenduristî, dermankirin û hwd. tên dayîn

Ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 300 hezar welatiyên ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Ji bo starekirina koçberan jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 64 navend li navenda Hesekê amade kirin. Di heman demê de li rojavayê bajar jî Kampa Waşokanî ava kir.

Di Kampa Waşokanî de zêdetirî 800 malbat ku hejmara wan derdora 4 hezarane, hatin bicihkirin. Ji welatiyan 442 kes jê nexweşin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe hewl didin pêwîstiyên koçberan pêşwazî bikin. Tekane rêxistina ku li kampê dixebite jî Heyva Sor a Kurd e. Rêxistinê di nava kampê de noqteyek ava kir û li gorî derfetên xwe hewcehiyên weke tenduristî, dermankirin û dermanê bêpere bi cih tîne.

Amadekariya avakirina nexweşxaneyê

Noqteya Heyva Sor a Kurd 24 saetan di xizmeta koçberan de ye. Têkildarî mijarê endamê Heyva Sor a Kurd Ekrem Berko anî ziman ku di nav kampê de wan tora kanalîzasyonê bi temamî ava kiriye û wiha domand: “Her wiha 125 serşok hatin avakirin. Zemîna kampê bi kevirên şikestî hate sererastkirin û beşa alîkariyan jî kon, betanî, paketên xwarin û mitbaxê belav dike. Ji 1’ê mijdarê ve em li kampê dixebitin. Heta niha 918 nexweş hatin dermankirin. Em niha amadekariyan dikin ku nexweşxaneyek meydanî li kampê ava bikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar