Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

HSD’ê bîlançoya sê rojên dawî aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên 3 rojên dawî aşkera kir. HSD’ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê didomin. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşan de gelek ziyanên madî gihişti mal û milkê gelên herêmê. HSD’ê destnîşan kir ku di pevçûnan de 2 çete jî hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û Berxwedana Rûmetê ya rojên 64, 65 û 66’an bi raya giştî re parve kir. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê planên xwe yên ji bo dagirkirina herêmên nû domandin. HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker li seranserê sînor û li ser herêmê bi balafirên bêmirov tevgera xwe ya keşfê pêk anî û gelek herêmên sivîlan bi dijwarî topbaran kirin.

Daxuyanî wiha dom kir:

ZIRGAN

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, obus û hawanan gundên Ing El hewa û Til Werid bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de gelek ziyanên gihişt mal û milkên şêniyên herêmê.

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hawanan êrîşeke dijwar bir ser gundên Erîşa, Fêseliyê, Til Şeîr û Rihaniyê, her wiha  çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryan pêk anîn. Di çarçoveya parastina rewa de şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan jî bersivên tund dan û 2 çeteyên dagirker hatin kuştin. Her wiha di topbarana artêşa dagirker de ziyanên madî gihişt mal û milkên welatiyan.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete êrîşên xwe yên dagirkeriyê li herêmê didomînin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, bi çekên giran, obus û hawanan gundên Qiz Elî, Tibêna, Sewame, Sarûnc û Xefiya bi dijwarî topbaran kirin. Di topbarana artêşa dagirker de ziyanên madî pêk hatin.

* Di encama van êrîş û topbaranan de gelek ziyanên madî pêk hatin. Her wiha 2 şervanên me yên di şerên cuda de birîndar bûbûn, şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar