Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Pazar - 23 Şubat 2025

Li Silêmaniyê komxebata ‘gihandina jinên serkirde’

Li Silêmaniyê komxebata ‘Gihandina Jinên Serkirde’ hat lidarxistin. Di roja yekem a komxebatê de li ser ferqa serkirdayetî û reveberî hat rawestîn û hat diyarkirin ku serkirdayetî pêşengiya xwezayî ye, lewre bandora wê zêdetir e

Komxebata ku ji aliyê Akademiya jinan Bo Serkirdayetî ve li Iraqê her sal tê lidarxistin, îro li Otêla Tîttanîc destpê kir û dê 2 rojan berdewam bike.

Di roja yekemîn a komxebatê de li ser mijara ‘Serkirdayetî û rêveberî, ferqa di navbera serkirde û rêveber de’ hat rawestîn.

Rûnişta li ser mijarê ji aliyê Midûra Giştî ya Akademiya jinan Bo Serkirdayetî li Iraqê bijîşk Besma Hebîb ve hat birêvebirin. Di rûniştina ku 20 jin tev li bûn de Besma Hebîb li ser pirsên wekî ‘Sekirde kî ye, rêveber kî ye, ferqa di navbera her du erkan de çi ye?’ sekinî

Besma Hebîb diyar kir ku serkirdayetî ji bo gelek kesan ji dema zarokatiyê ve destpê dike û wiha got: “Hinek kes ji zarokatiyê ve xwedî taybetmendiyên pêşengtiyê ne. Di xwezaya wan de rengê serkirdayetiyê heye. Lê belê ev yek ne şert e. Hinek kes piştî ku mezin dibin kesayetiya serkirdayetî bi wan re ava dibe. Her wiha şert û mercên ku kesayetî tê de dijîn wan ber bi kesayetiyek serkird ve dibe. Serkirde pêşengiya civakê dikin.”

Serkirdayetî xwezayî ye

Hebîb da zanîn ku rêveber kesên ku biryaran didin û kesên jêr wan jî van biryaran bi cih tînin û diyar kri ku rêveberî erkek hatiye dayîn e, lê serkirdayetî xwezayî ye.

Her wiha Hebîb bal kişand ku serkirde di nava civaka ku pêşengtiya wê dike de, kesan perwerde dike û dikare bike xwedî erk, lê rêveber tiştên wisa nakin.

Rûniştina komxebatê ya roja yekem, bi pirs û bersivan bi dawî bû. Komxebat dê sibe berdewam bike.

3 sal berê hat avakirin

Akademiya Jinan Bo Serkirdayetî li Iraqê 3 sal beriya niha hatiye avakirin û li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê kar dimeşîne. Akademiya ku zêdetirî 100 endamên wê hene, piranî li ser mijarên siyaset û jin radiweste. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar