Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Welatiyên Helebceyê banga yekitiyê kirin

Welatiyên Helebce bang li hizbên siyasî kirin da ku di nava xwe de yek bin û ji bo yekitiya netewî berjewendiyên nîştimanî biparêzin

Welatiyên Helebce li ser giringiya yekitiya netewî ya gelê kurd axivîn û diyar kirin ku pêwîstiya gelê kurd tenê bi yekitiyê heye.

Welatiyê bi navê Mihemed Mihemed da zanîn ku doza rewa ya gelê kurd dozeke cîhaniye û wiha got: “Ger tenê em hevoka ‘yekrêziya nava mala kurdan kom bikin’ wê pirtûkek derbikeve. Lê mixabin heya niha me nekariya yekrêziya nava kurdan biparêzin. Ji ber ku em ne yek in, dibin qurbanî. Divê aliyên siyasî di nava xwe de yekbin, ger ew yek bin wê qurbanî jî çênebin. Sedema neyekbûnê, bi hev neqebûlkirina aliyên siyasî ve girêdaye.”

Welatiyê bi navê Werzêr Cemal jî li ser heman mijarê ev tişt anî ziman: “Bi salane pêwîstiya kurdan bi yekitiyê heye, pirsgirêka kurdan a sereke jî ew e. Di nava xwe de ne yek in, bi taybet jî aliyên siyasî li ser berjewendiyên xwe yek in. Pêwîst e hizbên siyasî di nava xwe bi ruhek nîştimanî û neteweyî danûstandinê bi mijara netewî re bikin. Bila mijara netewî nexin ber berjewendiyên xwe. Ji ber ku divê hizb bibin wesîleya netewî û berjewendiyên rast ên gelê kurd biparêze. Di nava hizbên kurdî de nîştimaniya netewî nîne û tenê aliyê hizbatî heye. Ji bo berjewendiyên xwe yên taybet kar dikin. Pêwîst e siyasiyên nava hizban de jî, siyasiyên netewî bin.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar