Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

HDP: Ji 19’ê Kanûnê ve kiryarên li dijî mirovahiyê zêde bûne

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxuyaniyek da û got: “Ji 19’ê kanûnê û vir ve tevî ku 19 sal bi ser re derbas bûne jî li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî mafên mirovan tên binpêkirin. Îşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê zêde bûn, li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin.”

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi wesîleya salvegera Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Di 20’ê cotmeha 2000’î de li Girtîgehên Tirkiyeyê ji bo şermezarkirina bicihanîna sîstema Tîpa F bi sedan girtî û hikûmxwaran bi 19 daxwazan dest bi greva birçîbûnê kirin û beşek ji girtiyan di roja 45’an a çalakiyê de ji ber ku daxwazên wan bêbersiv hatin hiştin dest bi rojiya mirinê kirin.

Hikûmeta wê demê guh neda daxwazên girtiyan. Di sibeha 19’ê kanûnê saet 04:30’î de li 20 girtîgehan di heman demê de operasyonek dest pê kir. Di vê operasyonê de ku jê re ‘Vegera li Jiyanê’ gotin, çekên giran û madeyên kîmyewî ku heta niha nehatine aşkerakirin bê kîjan in, makîneyên kar, helîkopterên şer û bombeyên gazê hatin bikaranîn. Bi rengekî hovane êrîşî girtiyan kirin. Di encama êrîşê a ku bi sedan leşker, polîs, gardiyan û kontrayan pêk hat ede 30 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî bi giranî birîndar bûn.

Ji 19’ê kanûnê û vir ve tevî ku 19 sal bi ser re derbas bûne jî li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî mafên mirovan tên binpêkirin. Îşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê zêde bûn, li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji bo careke din komkujiyên mîna 19’ê Kanûnê rû nedin divê desthilatdariya siyasî û rayedar ji bûyeran dersê werbigirin û dest ji nêzîkatiyên ku li girtîgehan rûmeta mirovan binpê dike berdin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar