Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

PEN a Kurd rejîma Îranê şermezar kir

Navenda PEN a Kurd bi daxuyaniyekê binçavkirina aktîvîst, rojnameger û nivîskarên Rrojhilatê Kurdistanê ya ji hêla rejîma Îranê ve şermezar kir. PEN a Kurd bang li rejîmê kir ku di zûtirin dem de binçavkiriyan berde

Di rojên dawî de rejîma Îranê dest bi binçavkirina aktîvîst, nivîskar, rojnameger û çalakvanên civaka sivîl kiriye. Bi taybet jî hêzên rejîmê li bajarê Şabda û Kirmaşanê bi ser malên gelek nivîskar, rojnameger û aktivîstan de girt û binçav kirin. Têkildarî vê pêla binçavkirinê, Navenda PEN a Kurd daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

PEN a Kurd di daxuyaniyê de diyar kir ku bi taybet jî li herêma Kirmaşanê gelek kes hatine binçavkirin. PEN a Kurd da zanîn ku ji binçavkiriyan tenê Şehryar Rûstem, Xatu Enîsa Cehferî û Mêhir hatine berdan.

Bang li rejîma Îranê kirin

Daxuyaniya PEN a Kurd wiha bi dawî bû: “Em weke endamên Navenda PEN a Kurd, li gorî peywir û bernameya xwe, parastina rûmeta mirovan dikin. Em piştgiriya kesên di rojên dawî de li rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin dikin. Em bang li berpirsên Komara Îslamî dikin ku dawî li vê rewşê bînin, binçavkirinên bê belge bi dawî bikin û kesên hatine binçavkirin jî di zûtirin dem de berdin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar