Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Şerma mirovahiyê: Asayîşa PDK’ê nehişt malbata Mexmûrî cenazeyê xwe bîne

Ji şêniyên Wargeha Mexmûrê Ebdulkerîm Ebdurehman şevê din li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Malbata ku dixwest biçe cenazeyê xwe bîne, ji hêla hêzên asayîşa PDK’ê ve hatin sekinandin û destûr nedan. Li ser vê yekê hin kesên li Hewlêrê cenaze anîn benda kontrolê û bi vî awayî birin Mexmûrê

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdurehman ji ber nexweşiyeke giran, duh bi lezgînî rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Rojava. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî, Ebdurehman şevê din saet di 23:00’an de jiyana xwe ji dest da. Malbata Ebdurehman ji bo wergirtina cenazeyî, xwest derbasî Hewlêrê bibe. Lê asayîşa PDK’ê rê neda ku malbata derbasî Hewlêrê bibe û cenazeyê xwe bîne.

Hat zanîn ku malbat heta ber danê sibehê jî li benda kontrolê hate rawestandin. Herî dawî piştî çend hewldanan, hinek kesên din cenaze ji Hewlêrê anîn ber benda kontrolê û radestî malbatê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev zêdetirî 5 mehin rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê). Hêzên Başûr nexweş û xwendekar jî di nav de, rê nadin tu kes ji wargehê derkevin. Ji ber vê ambargoyê heta niha herî kêm 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di gihandina nexweşan a ji bo nexweşxaneyê de gelek zorî û zehemtî tên kişandin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar