Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dewleta tirk li ser rêya M4’ê xwe binecih dike

Dewleta tirk û çeteyên wê ji bo qutkirina herêmên Firat û Cizîrê, li ber çavên hêzên rûs baregehên leşkerî ava dike, çeperên nû çê dike û rêyeke nû di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de çê dike. Bi vê yekê dixwaze ku xwe li ser rêya M4’ê binecih bike

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê di 9’ê cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Di encama êrîşê de bi sedan sivîl bi hovane hatin qetilkirin, bi sedhezaran welatiyên herêmê hatin koçberkirin û Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin.

Hêzên dagirker ên ku hewl didin rêya navneteweyî ya M4’ê dagir bikin û têkiliya herêmên Firat û Cizîrê qut bikin, niha jî li ber çavên hêzên rûs û rejîmê bi avakirina noqteyên leşkerî, baregeh û rêyên nû, li herêmê xwe binecih dikin.

Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk û çeteyên wê çeperên xwe yên li nêzî rêya navneteweyî ya M4’ê xurt dikin û ji bo ku têkiliya Eyn Îsa û Til Temirê bi temamî jihev qut bikin jî rêyeke nû çê dikin. Ev hewldanên dewleta tirk ji hêla rojnamegerên herêmê ve hatin kişandin.

Di dîmenên ku di 20’ê kanûnê de hatine kişandin de xuya dibe ku artêşa tirk 400 metre li nêzî rêya M4’ê ya li Şergirakê tevî depoyê genim xwe bi cih kir. Di heman demê de çeper û baragehên xwe ava dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar