Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Danişîna Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hate taloqkirin

Danişîna Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Dozgerê wê demê yê Kerboranê Ahmet Kul ku dê weke ‘şahid’ bihata guhdarkirin, beşdarî danişînê nebû. Şandeya dadgehê doz taloqî 9’ê adara sala 2020’an kir

Dehemîn danişîna Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Doz têkildarî windakirina 3 jê zarok bi giştî 8 kesên di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê de hatin binçavkirin û windakirin hatibû vekirin. Doz bi hinceta ewlehiyê ji Mêrdînê sewqî Semsûrê hatibû kirin.

Di danişîna beriya niha de hatibû xwestin ku bersûc werin girtin lê hat zanîn ku daxwaza parêzeran hatiye redkirin. Ji leşkerên wê demê Ahmet Çîçek divê bi darê zorê bianîna danişînê û her wiha dozgerê wê demê yê Kerboranê Ahmet Kul jî diviyabû ku di danişînê de weke ‘şahid’ bihata guhdarkirin.

Bersûcan hinceta xwe ji dadgehê re ragihandin û beşdarî danişînê nebûn. Tenê xizmên windayan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.  Di danişînê de parêzerên mexdûran parastin kir. Parêzeran xwest ku şahid di danişînê de bên guhdarkirin û bersûc jî werin girtin.

Bersûc nehatin girtin

Heyeta Dadgehê da zanîn ku dê li benda bersiva nivîsa ji bo şahid werin guhdarkirin bisekinin û di çarçoveya nêrîna dozgerê danişînê de dê bersûc neyên girtin. Dadgehê danişîn taloqî 9’ê adara 2020’an kir.

Parêzer Ozmen bertek nîşan da

Piştî danişînê, ji parêzerên malbatan Ahmet Ozmen daxuyanî da û bertek nîşanî biryarê da. Ozmen diyar kir ku di salên 1990’î de di dema darizandinên JÎTEM’ê de ku dosyayên sûcê giran in, hema ji bo ku bibêjin hatiye kirin ev darizandin pêk anîne. Ozmen wiha domand: “Bersûc xwe weke bersûc nabînin û ew tirs û fikara cezakirinê bi wan re nîne. Ev sê sal in dozger weke şahid nayînin dozê. Divê polîtîkaya bêcezakirinê bi dawî bibe.” SEMSÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar