Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Rûsya û rejîm hewl didin nêzî rêya navneteweyî bibin

Rûsya û hêzên rejîmê bombebarana li ser gundewarên Idlibê zêde kir. Piştî ku 46 herêm kontrol kirin, her du alî hewl didin nêzî rêya navneteweyî ya Şam û Helebê ku diçe Meiret Nûmanê bibin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê çalakiyên xwe didomînin, her wiha hêzên rejîmê bi topbarana bi dehan bombeyan li ser Merşemarîn, Merşûrîn, Merşemşê li gundewarên Meiret Nûman didomînin û ev yek bi bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê li ser herêmê pêk tê.

Hêzên rejîmê hewl didin bi desteka Rûsyayê nêzî rêya navneteweyî ya Şam û Helebê ku di bajarê Meiret Nûman re derbas bibe, bibin.

Hêzên rejîmê di 5 rojên dawîn de 46 herêm kontrol kirin; Um Celal, Un Tiwênê, Xerîbe, Rebîe, Şerê, Bernan, Sehal, Fercê, Ebo Hebê, Refê, Seric, Heran, Siyadî, Til Dem, Qetrê, Til Şêx, Berîsê, Merzê El-Elî, Birc, Herakî, Minzar, Tehtaya, Helbê, Qiratî, Kirstenê, Teh, Meyîserûnê, Seqiyê, Ebo Mekî, Meratê, Felûl, Hedîsê, Ebo Difnê, Teqanê, Cercenaz, Metrawê, Xirbêt Serûnî, Bistan, Meserê, Xirbêt Ernebê, Misîbtê, Ebo Şircî, Bilqê, Tilmis, Xidfê û çend mezreyên biçûk.

Hêzên rejîmê û Rûsyayê êrîşên xwe li ser ‘herêma bêçek’, ew yek piştî binketina komîteya destûrê û civînên Astanayê ya dawî pêk tê.

Çavdêr dibînin ku Rûsya hewl dide zextê li ser Tirkiyeyê bike, ji ber paşguhkirina wê di pêkanîna hevpeymanên Astanayê de.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar