Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Somaliyê teqîn: 61 kes mirin û 61 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê êrîşeke bombeyî pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê ji ber êrîşeke bi seyareyeke bombebarkirî herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Somaliyê ragihand ku di êrîşê de 2 kesên ji Tirkiyeyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku êrîş li meydaneke qelebalix a bajêr pêk hat. Xwediyê servîsa ambûlansê Abdîkadîr Abdîrahman Hajî Aden ji Reûtersê re axivî û ev agahî dan: “Heta niha me 61 kesên jiyana xwe ji dest dan birin û 61 jî birîndar in. Bi dîtina min dê hejmara miriyan teqez zêde bibe.”

Şahidekî bûyerê yê bi navê Sakariye Abdulkadîr jî wiha got: “Min li her deverê cesed dîtin. Hin ji wan ewqas şewitî bûn ku nedihatin naskirin.” Parlamenterê Somalî Mûhammed Abdîrîzak jî diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetirî 90 kesane lê belê ev agahî nehatiye piştrastkirin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye lê belê tê zanîn ku rêxistina terorê ya Eş Şebab li herêmê êrîşan dike. MOGADÎŞÛ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar