Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Pazartesi - 24 Şubat 2025

Ciwanên Biradostî ev 5 meh in di bin çavan de ne!

Ciwanên bi navên Xalis Reşî Şêxo, Rebîh Îsmaîl Ezîz û Îlas Yasîn Hisên ên ji gundên herêma Biradostê ev 5 meh in ji hêla hêzên asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin. Sedema binçavkirina ciwanan nayê zanîn û ev 3 hefteye jî destûr nayê dayîn ku malbat bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin

Li herêma Biradostê zêdetirî 5 mehane 3 ciwan ji aliyê asayîşê ve hatine binçavkirin. Li gorî agahiyên ku xizmên ciwanan dane, ciwan bêyî biryara dadgehê hatine binçavkirin û hê jî nehatine dadgehkirin. Niha hersê ciwan li girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê de tên ragirtin.

Yek ji van ciwanan Xalis Reşîd Şêxo (17) ye. Şêxo ji gundê Lêtan ê Biradostê ye û 5 meh û 12 rojin ku di bin çavan de ye. Yek jî Rebîh Îsmaîl Ezîz ê ji gundê Tarecar ê Biradostê ye. Ezîz ev  5 mehin di bin çavan de ye. Her wiha Îlas Yasîn Hisên ê ji gundê Derhol ê Biradostê jî yek ji van ciwanên binçavkirî ye. Hisên jî ev nêzî 5 mehin di bin çavan de ye.

Rayedar malbatan dixapînin

Xizmên ciwanan ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku gelek caran peywendî bi rêveberên PDK’ê re danîne. Xizmên ciwanan got ku her tim soza ‘Em ê sibê zarokên we berdin’ ji wan re tê dayîn lê pêk nayînin. Di hefteyên destpêkê de malbatan bi zarokên xwe re hefteyê carekî dikariya hevdîtinê bikin lê ev 3 hefteye ku destûra hevdîtinê nayê dayîn. Hê jî têkildarî sedema binçavkirina ciwanan hikûmetê û hêzên asayîşê tiştek negotiye.

Herêm li welatiyan veguherandine dojehê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêma Biradostê her tim rastî êrîşên dewleta tirk tê û heta niha gelek sivîl hatine qetilkirin. Ji ber êrîşan rewşa gelê herêmê gelek xerab bûye. Bi taybet jî saziyên îstîxbaratê yên dewleta tirk li Herêma Bradostê jiyan li gel tevizandî ne. Nahêlin gel bi tu awayî nêzî çiyayên Biradostê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar