Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Rêxistina Misrî ji ber hewldanên Tirkiyeyê dewletên ereb hişyar kir

Rêxistina Edil û Tenmiye ya Lêkolînên Siyasî ji ber veguhestina komên çete ya ber bi Lîbyayê ji hêla dewleta tirk ve, Misr, Tunis û Cezayîr hişyar kir. Rêxistinê diyar kir ku armanca dewleta tirk vejandina serdema osmaniyan e û dixwaze Lîbyayê bike navenda terorîzmê

Rêxistina Edil û Tenmiyê (Wekhevî û Geşkirinê) ya Lêkolînên Siyasî ku rêxistineke Misrê ye, têkildarî hewldana dewleta tirk a ji bo çeteyan a ber bi Lîbyayê ve raporek amade kir. Di raporê de têkildarî destwerdana leşkerî ya dewleta tirk a ji bo Lîbyayê hişyarî hate kirin.

Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku armanca dewleta tirk dixwaze ku komên terorê yên weke El Qaîde û DAIŞ’ê li Lîbyayê bi cih bike û bi vê yekê re jî li dijî dewletên weke Tunis, Misr û Cezayîrê êrîşên berfireh pêk bîne. Di raporê de rêxistinê diyar kir ku veguhestina rêxistinên terorî ya ji Iraq û Sûriyeyê ber bi Lîbyayê ve dê Lîbyayê vegerîne navendeke terorê.

Dixwazin serdema osmaniyan vejînin

Berdevkê rêxistinê Zîdan El Qenaî daxuyand ku Lîbya deriyê vegerandina serweriya Osmanî ya li dewletên bakurê Afrîkayê ye. Rêxistinê jî bang li dewletên Cezayîr, Tunis û Misrê kir ku hêzeke leşkerî ya hevkar ji bejahî, deryayî û asîmanî ava bikin ku rêxistinên terorî li hundirê xaka Lîbyayê têk bibin.

Herî dawî jî rêxistinê ev agahî dan: “Em dewletên navborî ji ber veguhestina bi hezaran çeteyan a ber bi Lîbyayê ve hişyar dikin. Dê ev hewldan bi xwe re gefekê mezin li ser ewlehiya dewletên cîran ên weke Tunis, Cezayîr û Misrê çê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar