Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

‘Ew destên ku nakokiyê dixin navbera kurdan divê bên jêkirin’

Welatiyên Ranyayê destnîşan kirin ku di vê serdema hesas de pêwîstiya kurdan bi yekitiya neteweyî heye. Welatiyan got ku divê ew destên nakokiyê dixin navbera kongreya neteweyî û yekitiya kurdan bên jêkirin

Welatiyên Ranya ya Silêmaniyê têkildarî girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd û astengiyên li pêşiya avakirina yekitiyê ji Rojnewsê bi Mihemed Hesen re axivîn.

Ji welatiyan Yûsif Cehfer anî ziman ku lidarxistina kongreya neteweyî ji bo gelê kurd hewcehiyeke û wiha got: “Li her aliyekê Kurdistanê dijmin hene. Dijminên Kurdistanê li dijî kurdan zalim in û li Kurdistanê dagirker in. Piştgiriya terorê dikin. Lewma jî pêwîstiya kurdan bi yekitî û yekhelwestiyê heye.”

Di berdewamê de jî Cehfer diyar kir ku pêwîste di rewşeke wiha yê hesas de divê kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha dom kir: “Karekî zehmete lê divê ji bo avakirina yekitiyê xebateke cidî bê kirin. Daxwaza min ji gelê kurd ew e ku li pey partiyan neçin û berjewendiyên neteweyî esas bigirin. Ev partî bûne darê destê dagirkeran û bûne nokerên dagirkerên Kurdistanê.”

‘Ez ji rêveberiya Başûr bigumanim’

Welatiyê bi navê Omer Çavşîn jî destnîşan kir ku li her çar aliyên Kurdistanê nakokiyên aliyên siyasî xwedî dîrokeke kevne û wiha derbirî: “Ev jî dike ku hêzên hegemon û dewletên cîran berjewendiyên xwe li ser xaka me pêk bînin. Di serî de divê ew destê ku nakokiyê dixe nava kongreya neteweyî û mala kurdan were jêkirin. Ez ji rêveberiya Başûr bigumanim. Bi saya rêveberiya kurd, ji hêlekê dewleta tirk û ji hêla din jî Iraq û Îran êrîşî me dikin. Divê ev partî ji destê welatên herêmî bên derxistin. Divê hemû partî rêzê ji hev re bigirin. Bila êdî kes nebêje ez Bakur, Başûr, Rojhilat û rojavayî me. Ev nayê qebûlkirin. Pêwîste hemû alî xwe yekalî bikin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar