Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Talan û diziya dewleta tirk: 20 tonên dexl û dan ê Girê Spî vediguhêze

Dewleta tirk ji bo ku dexl û danê ku piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî talan kiriye veguhezîne Rihayê, da ber îhaleyê. Hat zanîn ku îhaleya veguhestinê jî Şîrketa Neqliyê ya Oz-Duy a Navneteweyî wergirtî ye

Dewleta tirk di 9’ê cotmehê de tevî çeteyên xwe li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirin û dagirkeriyê da destpêkirin. Dewleta tirk û çeteyên wê li hêlekê bi sedan sivîl qetilkirin, li hêlekê bi anîna malbatên çeteyan û tirkmenên ji deverên cuda yên cîhanê demografyaya herêmê guhert û li hêla din jî mal û milkê li herêmê talan kir.

Yek ji berhemên ku dewleta tirk talan kir û di dize jî berhemên çandiniyê ne. Dewleta tirk ku li gel çeteyên xwe Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, dizîna hilberînên çandiniyê didomîne. Piştî destdanîn û talankirina zeytûnên Efrînê, dewleta tirk niha jî dixwaze dexl û danen li bajarê Girê Spî û Serêkaniyê bîne Tirkiyeyê.

Hat zanîn ku dewleta tirk ji bo ku dexl û danê li Serêkaniyê û Girê Spî bi dize, amadekariyan dike. Ji bo vê yekê jî ji bo veguhestina dexl û danê ku talan kirî, veguhestin daye ber îhaleyê.

Têkildarî mijarê li ser navê Şaxa Midûriyeta Navenda Rihayê (TMO), Platforma Elektronîk a Wergirtinên Cemaweriyê (KAP) ku girêdayî Saziya Îhaleyên Cemaweriyê ye agahî dan û destnîşan kir ku 20 tonên dexl û dan ê li Girê Spî dê veguhezînin Şaxa TMO’yê ya Rihayê.

Şîrketa Neqliyê ya Oz-Duy a Navneteweyî di îhaleya veguhestina dexl û dan de bi ser ket û dê vê îhaleyê bi milyonek û 300 hezar lîreyan bikişîne. Dê ev şîrket heta hezîrana 2020’an dexl û danên li herêmê veguhezîne Rihayê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk piştî ku di sala 2018’an de Efrîn dagir kir, dest danîbû ser zeytûn û donê zeytê yên welatiyan. Ev zeytûn û donê zeytûnan veguhestibû Tirkiyeyê û hem di bazara navxweyî û hem jî di ya navneteweyî de weke malê xwe dabû nîşandan û firotibû. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar