Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li rojnameger Akin 5 meh cezayê girtîgehê hate birîn

Danişîna duyemîn a doza rojnameger Osman Akin li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Çaglayan a Stenbolê hate dîtin. Heyeta dadgehê 5 meh cezayê girtîgehê li Akin birî

Danişîna duyemîn a doza Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin ku ji ber nûçeyeke di rojnameyê de hatiye weşandin bi îdiaya ‘Teşkîlata leşkerî û polîsan ên dewletê biçûk xistiye’ dihat darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Çaglayan a Stenbolê hate dîtin.

Rojnameger Akin ku bi awayeke negirtî di dozê de tê darizandin, beşdarî danişînê nebû. Di danişînê de parêzerê Akin, Ozcan Kiliç amade bû. Di danişînê de parêzer Kiliç parastina miwekîlê xwe kir û xwest ku beraet bike.

Piştî parastina parêzer, heyeta dadgehê biryara xwe da û bi heman îdiayê 5 meh cezayê girtîgehê li Akin birî. Heyeta dadgehê diyar kir ku ragihandina hukmê ceza dê piştre aşkera bikin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar