Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Bi hezaran kurd û dostên wan li dijî Komkujiya Parîsê dimeşin

Bi armanca bîranîna sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi tevlêbûna bi hezaran kurdistanî û dostên wan li Parîsê meş û mîtîng tê lidarxistin

Ji bo sê jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê çileya sala 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin, ev hefteyeke çalakî tên lidarxistin. Çalakî û bîranînên îsal bi dirûşma ‘Êdi ji 7 salên bêcezaê re bes e’ tên organîzekirin.

Çalakiya herî qelebalix a ku ji aliyê TJK-E’yê ve tê organîzekirin, îro li Parîsê bi meşê dest pê kir. Meş saet di 11:00’an de li Gare Du Nordê dest pê kir û dê li Qada Rebûplîqûe bi mîtîngê bidawî bibe.

Bi hezaran kesên ku piranî jin û ciwan in serî de ji Almanya, Swîsre, Fransa, Belçîka, Hollanda, Awusturya û Ingilistanê bi otobus, tren û wesayîten taybet herikîn Parîsê. Di meşê de girseya gel li cem pankart û dovîzan, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan û bi dirûşman dewleta tirk û hikûmeta Fransayê protesto dikin.

Tevî ku bi belgeyan derket holê komkujî ji aliyê MÎT’a tirk ve hatiye kirin, tu hewldaneke nehate kirin. Kurdistanî nerazîbûn nîşan didin û bi meşa îro re daxwaza hiqûq û edaletê nû dikin. Li gel kurdan, gelek fransî jî beşdarî meşê bûn. Gelek nûnerên partiyên ku li Parîsê xebatan dikin beşdarî meşê bûn û peyamên piştevaniya bi gelê kurd re didin.

Li Gare Du Nordê bi hezaran kes kom bûne û bê navber bi dirûşman dixwazin ku komkujî were ronîkirin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar