Kongreya Star a Herêma Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan meşek li dar xist. Beşdarên meşê diyar kirin ku fikr û ramanê Ocalan azad e û ew jî dê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan asta têkoşîna xwe bilindtir bikin
Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşma ‘Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye’ meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan jinên ji şêniyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Jinên ku beşdarî meşê bûn têkildarî tecrîdê ji Jinnewsê bi Hesna Muhamad re axivîn.
Ji endamên Meclisa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê Subihan Husên anî ziman ku bi hezaran kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan îro li ser pêyan e û wiha domand: “Em vê tecrîdê şermezar dikin. Serokatî nêzî 22 sal di zindana Îmraliyê de ruxmî tecrîdê, berxwedana xwe didomîne. Fikir û ramana Rêber Abdullah Ocalan azad e û bi hezaran kes li ser vê fikrê dijîn. Tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek dengî bang dikin ku bê Serok Apo jiyan nabe.”
‘Fikrên Ocalan nikarin bên dîlgirtin’
Der barê mijarê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Emîne Silêman jî ev tişt anî ziman: “Bila dijmin baş bizanibe ku em li ser fikr û felsefeya Serok Apo dijîn. Fikra wî azade tu carî nayê dîlgirtin. Em ê her di nava çalakî û berxwedanê de bin heya Rêber Abdullah Ocalan ji zindanan azad dibe. Ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya tevahî civakê ye. Em roja dest pêkirina komploya li ser serokatiyê jî bi tundî şermezar dikin.”
‘Ji bo azadiya Ocalan dê çalakiyên me bidomin’
Welatiya bi navê Guneh Hesûn jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got: “Heta em vê tecrîdî dişikînin em ê li ser pêya bin. Ji bo azadiya Serok Apo dê çalakiyên me bidomin. Em jin tu carî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Ji ber ku tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser jinê ye. Em ê her têbikoşin û li ber xwe bidin.” ŞEHBA