Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Parêzerên Ocalan ji ber cezayên disiplînê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî cezayên disiplînê yên li Îmraliyê li Ocalan û girtiyên din tên birîn, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Di serlêdanê de hat gotin ku mafê darizandina adilane ya muwekîlên wan hatiye binpêkirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî cezayê dawî yê disiplînê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatiye birîn û bûye hinceta qedexeya hevdîtinan, di 17’ê çileya 2020’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Di serlêdanê de parêzeran destnîşan kir ku mafê darizandina adîl a muwekîlên wan hatiye binpêkirin û xwestin ku mafên hatine binpêkirin bên tespîtkirin. Parêzeran diyar kir ku hîmê bingehîn ê darizandina adîlane, xwe gihandina dadgehê ye lê belê ev maf hatiye astengkirin.

Bi domdarî jî ev tişt hatin gotin: “Di nav 15 mehan de bi awayekî sîstematîk her carê 3 mehan cezayê disiplînê weke qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Bi dawîbûna dema cezayê re careke din ceza hatiye birîn. Di nav 15 mehan de 5 caran ceza hatiye birîn. Daxwaza xwegihandina parêzeran a van dosyayan hatiye redkirin û derveyî darizandina disiplînê hatiye hiştin. Her pênç ceza jî bi heman hincetê hatine birîn û hatine pêkanîn.”

Di dewama serlêdanê de jî hat gotin ku astengkirina xwegihandina parêzeran a dosyayan ‘nehiqûqî ye’ û mafê wergirtina alîkariya hiqûqî ji holê hatiye rakirin.

Di serlêdanê de her wiha hat bibîrxistin ku ji 7’ê tebaxa 2019’an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar