Hêzên girêdayî MÎT a tirk bi ser gundê Maratê yê Efrînê de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtina gund de yek jê jin 10 sivîl revandin
Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê li dijî şêniyên Efrînê her ku diçe zêdetir dibin. Dewleta tirk tevî sûcên şer ên weke guherandina demografyaya herêmê, talan û wêranê, di heman demê de welatiyan direvînin, binçav dikin, îşkence dikin û qetil dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, endamên MÎT a tirk duh bi ser gundê Maratê yê kantona Efrînê de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtina gund de 10 sivîlên ku temenên wan di navbera 25 û 40 salî de revandin.
Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne: “Rêzan Elî, Seîd Xelîl, Elî Henan, Elî Xelîl, Rûken Heyder, Ehmed Ebdo, Salah Ebdulrehman, Selah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.” EFRÎN