Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Jin dê di Konferansa Piştevaniya Mor de bên cem hev

Piştevaniya Mor di navbera 8-9’ê sibatê de dê bi şîara ‘Bi înat têkoşîn bi înat azadî’ li Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê û Salona Konferansa Bîrleşîk Metal-Îş ya Bostanci 2’yemîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê pêk bîne. Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel der barê konferansê de agahî da.

Guzel diyar kir ku wê ji her çar aliyên Tirkiyeyê jin tev li konferansê bibin û wiha got: “Me di 2019’an de qanûna 6284 pir zêde anî ziman. Peymana Stenbolê pir anî ziman. Me mafê nefeqeyê pir anî ziman. Li hember mafên jinan xespên pir cidî hene. Em jî diyar dikin ku em ê mafên xwe û jiyanên xwe bi têkoşîna xwe bidest bixin.”

‘Hewcedariya me bi piştevaniyê heye’

Guzel da zanîn ku wek Piştevaniya Mor li taxan, navçeyan rêxistinkirin û xebat meşandine û got ku di çarçoveya konferansê de jî çûne bazaran, atolye, dibistan û mutbexan û jin vexwendî konferansê kirine û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de hewcedariya me bi piştevanî û yekitiyê heye. 8’ê sibatê wê bibe roja hevdîtina jinan. Em ê li vir kursiya mor bidin her kesî. Roja ewil wê jin derkevin ser kursiyê. Roja duyem wê xebat bên nîqaşkirin.”

Her wiha Guzel destnîşan kir ku di dema nû de ne tenê parastin dê têkoşîn jî şênber be û diyar kir ku dê xebatên li herêmî jî bidomin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar