Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Cenazeyê gerîla Olçen ev 96 roj in nadin malbata wî

Gerîlayê HPG’ê Erhan Olçen di 3’yê mijdarê de li bejahiya Licê ya Amedê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Olçen 96 roj in li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê sekinandin. Bavê wî Azîz Olçen ji bo wergirtina cenaze serî li Qereqola Cendirmeyan a Baglarê da. Bavê wî ji wêneyan kurê xwe tespît kir. Ji ber ku cenaze nehate dayin, bavê wî di 20’ê çileyê de ji bo teşhîsa DNA’yê xwîn da.

3 meh in ku cenaze teslîmî bavê wî nehatiye kirin. Bavê wî diyar kir ku kurê wî 3 salan di girtîgehê de maye û qeyda şûna tiliyên wî hene lê dîsa jî teşhîsa cenaze nayê kirin. Bavê wî got ku dema wan serî li dozgeriyê dane, dozger bi wiha gotiye: “Hûn ne mûxatab in.”

‘Ev kiryar di tu dînan de nîne’

Olçen ku di heman demê de rêveberê MEBYA-DER’ê ye anî ziman ku ev 96 roj in, ew nikare cenazeyê kurê xwe werbigire û wiha bi dawî kir: “Dema me serî li qereqolê da jî, ji me re gotin ‘Hûn dewletê dixin xisarê.’ Ligel ku me ev tişt ragihand ji dozgeriyê jî, gef li me hate xwarin. Di tu dînî de tiştekî wisa nîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar