Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Dokû, ji 5’ê çileyê ve winda ye. Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Dokû didomin. Her wiha piştî windabûna Dokû lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê heta niha tu pêşketin di lêpirsînê de tuneye.
Jinên Dêrsimê têkildarî windabûna Dokû axivîn û diyar kirin ku bila bûyera Gulistan Dokû bê zelalkirin.
Endama Meclisa Şaredariya Dêrsimê Nûrgul Yalay anî ziman ku xebatên lêgerînê tenê li herêmekê tên kirin û heta niha tiştek bi dest nehatiye xistin. Yalay diyar kir ku hîn bûyer tam zelal nebûye lê belê ji niha ve li ser îhtimala întiharê tê sekinandin û wiha got: “Dêrsim cihekî biçûk e. Li her derî kamera hene. Mehek e jinek winda bûye û hê jî nehatiye dîtin. Tiştekî ecêbmayî ye. Em dixwazin daxuyaniyeke zelal bê dayîn. Em ê tim û tim bang bikin. Mehek jî derbas bibe em ê bêjin ‘Gulistan Dokû li ku ye?’”
Divê lêpirsîn bê dorfirehkirin
Endama EMEP’ê Çagla Yolaşan, bal kişand ser cinayetên jinan û got ku bi taybetî li herêmê cinayetên jinan wekî ‘întiharê’ tên nîşandan û ev tişt anî ziman: “Di lêpirsîna Gulistan Dokû de tenê li ser îhtimala întiharê tê sekinandin. Çendî ku endîşe bi vî rengî bin jî, divê lêpirsîn bê dorfirehkirin. Baroya Dêrsimê jî di nav de gelek baroyên din û rêxistinên civaka sivîl xwestin lêpirsîn bê dorfirehkirin lê nehat kirin.”
Yolaşan bal kişand ser bûyerên taciz û tecawizê yên li navçeya Pêrtag, Xozat û Pulumurê û ev tişt anî ziman: “Li Dêrsimê polîtîkayên ewlehiyê pêk tên. Di bin navê ewlehiyê de demografiya bajêr tê guhertin. Hejmara polîs û leşkeran pir in. Lêpirsînên hêzên dewletê tabiî destûreke taybet in. Ji bo wan polîtîkayeke bêcezatiyê heye. Ev ne rast e. Heger di îstismarkirina jin û zarokan de tiliya peywirdarên cemaweriyê hebe, divê derbarê wan de lêpirsîn bên destpêkirin û ser wan ne girtî bin.”
‘Bûyerên îstîsmarkirinê pir zêde ne’
Endama Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Yenîgunê ya Dêrsimê Fîdan Demîr destnîşan kir ku ne bawer e ku Dokû li herêma ku lêgerîn lê didomin be û wiha got: “divê bila çareyek bê dîtin. Heger întihar bikirana, wê di nav avê de bihata dîtin. An Gulistan hatiye revandin an jî tiştek din bûye. Kesê ku herî dawî pê re hevdîtin çê kiriye divê baş bê lêpirsînkirin. Em civaka elewiyan bi rêz û baweriyî nêzî hev dibin. Niha em ji bo her tiştî bi şik û guman tev digerin. Li vir jinên ciwan winda dibin. Zarok pir tên îstîsmarkirin. Em li ber dikevin. Lîstikên di van salên dawî de, endîşeya me zêdetir dike.”
Dê şopdarê bûyerê bin
Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Ozlem Toprak jî da zanîn ku li kuçe û kolanên bajêr hemûyan kamera hene û ev tişt anî ziman: “Li ser pira ku wêneyê Gulistan hatiye dîtin 3 kamera hene. Rayedar dibêjin, du kamera şikiyane. Li Dêrsimê gava çûkek jî bifire hayê rayedaran jê çê dibe. Lê belê mehek e xwendekareke zanîngehê winda ye û nayê dîtin. Mehek e li Pira Dînarê li Gulistan digerin. Ji gelek deverên Tirkiyeyê komên lêgerînê hatin. Hema bêje hemû gotin Gulistan ne li vir e.”
Her wiha Toprak destnîşan kir ku divê xebatên ji bo lêgerînê bên dorfirehkirin û got ku ji bo Dokû bê dîtin ew ê şopdarê bûyerê bin. DÊRSIM