Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

KCD û TJA: Komploger têk diçin

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyanên nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya xwe de TJA’yê diyar kir ku sîstema Ocalan a konfederal, azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk ku weke alternatîfa sîstema netewe dewletan a faşîst hate afirandin, ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn rê li ber serdemeke nû vekir û wiha got: “Vê pêngavê kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd di asta gerdûnî û herêmî de bibe pêşeng. Şoreşa Rojava encama berbiçav a vê yekê ye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî dîrokî ya ji komployê re bê dayîn, parastina şoreşa jinê ya Rojava ye û bang li tevahî hêzên demokratîk hat kirin ku ji bo şikandina tecrîd û pêkhatina azadiya Ocalan têkoşîneke hevpar bê meşandin.

‘Komploger di nav çiravê de ne’

KCD’ê jî ragihand ku bi berxwedan û têkoşîna dîrokî ya gelê kurd a bi pêşengiya perspektîfa neteweya demokratîk, berxwedan û îradeya Ocalan komploya navneteweyî hatiye têkbirin.

KCD’ê diyar kir ku komploger niha di nava çirava Rojhilata Navîn de têk diçin û wiha got: “Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî bi felsefeya xwe ya azadiyê û armanca jiyana azad veguherî hêviya rizgariya gelên Rojhilata Navîn.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên komploger nasekinin, hewldanên xwe yên komployê û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê dewam dikin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Azadiya Birêz Ocalan û Rêbertiya wî ya di nava şert û mercên azad de, azadiya gelê me ji bo me sedema jêneveger a têkoşînê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar