Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li girtîgehan îşkence û sirgûn

Hat derpêşkirin ku 12 girtiyên ku hefteya borî ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tekîrdagê bi zorê hatine sewqkirin hatine derbkirin. Tê gotin bi hinceta ku dê Girtîgeha Tîpa T ji bo jin û zarokan bê amadekirin girtî hatine sewqkirin û di dema sewqkirinê de leşkeran heqaret li girtiyan kirine.

Girtî bi rêya parêzerên xwe ragihandine ku li têketina Girtîgeha Tîpa F yê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekirine hatine derbkirin. Her wiha girtiyan diyar kiriye ku pirtûk û kincên wan jî hatine desteserkirin. Her wiha li 3 girtiyên di heman girtîgehê de jî gava bi zorê sewqî Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F hatine kirin jî lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û hatine derbkirin.

Li Bakirkoyê avêtin ser qawişan

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê jî, roja înê avêtine ser qawîşa C9 û qawîşa C10’ê. Hat ragihandin ku ji sedî zêdetir gardiyan avêtine ser qawîşan û di avêtina ser qawîşan de amûrên girtiyan hatine belawelakirin û radyoyên wan jî hatine desteserkirin. Hat gotin ku di dema avêtina ser qawîşan de gava hin girtiyan bertek dane gardiyanan dest xistine qirika wan, ew derb kirine û gef li wan xwarine.

Li Bandirmayê 25 girtî hatine sewqkirin

Li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê jî 25 girtî di 25’ê sibatê de bi zorê sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Afyonê hatine kirin. Hat diyarkirin ku di dema sewqkirinê de girtî hatine derbkirin û yek ji van girtiyan jî Abdûllah Ongûnlû ye ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Birayê wî Mehmet Ongûnlû anî ziman ku birayê wî 26 sal in girtiye û gelek nexweşî lê peyda bûne.

Ongûnlû diyar kir ku gava pê hesiyane girtî hatine sewqkirin telefonî Girtîgeha Bandirmayê kirine û got ku girtîgehê jî piştrast kiriye ku girtî hatine sewqkirin.

Ongûnlû destnîşan kir ku birayê wî nexweş e û nexweşîna wî giran e, ji ber ku nexweş e xwestine neqlî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û ji bo vê serî li Wezarata Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dane, lê belê serlêdanên wan nehatine bersivandin û her wiha got ku ji bo girtiyên hatine derbkirin ew ê gilî bikin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar