Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Perşembe - 27 Şubat 2025

Jinên Şîlî Partiya Femînîst ava dikin

Parlamenter Lorena Delgado Varas bi navê Partiya Çep a Swêdê ji bo hin hevdîtinan biçe çû Şîlî û bi rêxistinên jinan, karkeran û civaka sivîl re hevdîtin kir. Varas diyar kir ku jinên ku par tev li berxwedana gel a li dijî zêdebûna buhayê xizmeta veguhastina giştî bûn, radîkalbûne û amadekariyan dikin ku Partiya Femînîst ava bikin.

Varas meha çileyê du hefteyan li Şîlî hevdîtin kir û ji ajansa ANF’ê re qala çavdêriyên xwe kir.

Varas anî ziman ku li Şîlî tevgereke xurt a jinan heye û wiha got: “Tevgera 8’ê Adarê gelekî xurt e. Sendîka û rêxistinên hawirdorê xwedî tevgerên jinan e. Nêzîkatiyên baviksalarî yên li her qada jiyanê tên nîşandan li bin guhê berxwedana van rêxistinan dikevin. Rêxistineke sîwanî hate avakirin ku tevgerên karker, karmend, jin û xwendekar cihê xwe di nav de digirin. Lê belê tevgera jinan diyar kir ku rêxistin bi têrkerî radîkal nîne û jê veqetiya. Jin ji bo Partiyeke Femînîst ava bikin kar dikin. Bi dîtina min pêwîstî bi partiyeke wiha ya jinan heye.”

Dengvena Les Tesîs ji bo jinên Şîlî bû hêz

Di axaftina xwe de Varas bal kişand ser dengvedana performansa Las Tesîs a li dijî tundiya zayendî û destnîşan kir ku dengvedana vê yekê ji bo jinên Şîlî bû hêz û daxwaza wan a têkoşînê mezintir kir û wiha domand: “Jin bi rengekî xurt tev li xwepêşandanên du hefteyên dawî dibin. Tevgera Femînîst ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî amadekariyên mezin dike. Ne tenê li bajarên mezin û navçeyan wê li gundan jî 8’ê Adarê pîroz bikin.”

Her wiha Varas destnîşan kir ku li Şîlî tevgera femînîst xurt e û beriya xwepêşandanên par ên li dijî buhakirina wesayitên veguhastina giştî jî timî dadiketin qadan. STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar