Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Meksîkayê derman kêm in û zarok bi mirinê re rû bi rû ne

MEKSÎKO |

Li Meksîkayê ku nifûsa xwe 127 milyon kes in, bi hezaran zarokên bi nexweşiya losemî ya akût lenfoblastîk in nikarin bên tedawîkirin.

Tenê li nexweşxaneya zarokan a Federîco Gomez a li paytext Meksîkoyê nêzî 500 zarokên nexweşên losemî ji ber ku nikarin derman peyda bikin zor û zehmetiyan dikişînin. Li gorî agahiyên ji aliyê rayedaran ve hatin parvekirin, pirsgirêka nepeydakirina dermanan a ku îlon û cotmeha 2018’an rû da, di sibat û tebaxa 2019’an de jî hebû.

Ji 17 febrîqeyên ku dermanê Methotrexate (MTX) yê li dijî akût lenfoîd losemî tê bikaranîn çêdikirin, 7 ji wan di meha tebaxê de hatin girtin. Ev yek bû sedem ku pirsgirêk girantir bibe. Hikûmeta nû soz dabû ku ji ber pirsgirêka dermanan wê rê nedin ku tedawiya losemî raweste.

Li Meksîkayê hejmara zarokên bi tu awayî nikarin sûdê ji derfetên ewlekariya civakî werbigirin 26.4 milyon kes in. Di sala 2003’yan de sîstema bi navê ‘sîgorta gel’ ketibû meriyetê, lê destpêka vê salê hatibû betalkirin. Bi saya vê bernameyê bi dehan milyon zarok dikarîbûn tedawî bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar