Bi pêşengiya Komîsyona Ziman a Baroya Amedê ji bo parêzeran kursa kurdî hat dayîn û parêzeran sertîfîkayên xwe girtin. Parêzerên sertîfîkayên xwe girtin bal kişandin ser girîngiya ziman.
Parêzer Elîf Bîrkîlî da zanîn ku di malbatê de axaftina kurdî û piştî destpêkirina dibistanê axaftina bi tirkî li ser kes tevliheviyê ava dike û wiha got: “Ji ber vê mirov zimanên xwe ji bîr dikin. Ligel hemû pirsgirêkan polîtîkayên asîmîlasyonê jî heye. Polîtîkayên asîmîlasyonê divê nebin sedema neaxiftina kurdî. Divê me ji zimanê kurdî dûr nexe. Her çiqas polîtîkayên wisa bên meşandin jî divê em pêngavên xwedî hişmendî biavêjin û xebatên xwe pêş bixin. Bêyî zimanê dayikê tu tişt nabe.”
Rêjeya axaftina kurdî kêm dibe
Bîrkîlî di berdewamiyê de destnîşan kir ku li Stenbolê dema zanîngeh dixwend di alî jiyanî û çandî de gelek zehmetî dikişand û got ku dema vegeryaye ser axa xwe xwestiye bi çand û zimanê xwe bijî û wiha pêde çû: “Ziman ji bo min hebûn e. Ez dixwazim bi vê hebûnê bijîm. Min li Stenbolê nikaribû ev bikira. Ji ber vê vegeriyam. Niha di Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê de dixebitim. Me perwerde dît û sertîfîka girt. Gelek tiştên xweş dibin. Divê em xebatên xwe yên di vî alî de berdewam bikin.”
Polîtîkayên asîmîlasyonê
Parêzer Şeval Kamçi jî got ger kes zimanê xwe bizane bandorek mezin li ser dibe û ev tişt anî ziman: “Bi polîtîtîkayên asîmîlasyonê dixwazin mirovan biçewisînin. Ji ber vê malbat nikarin bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Ger mafê perwerdeya zimanê dayikê bihata nasîn wê niha ev rewş çênebûna. Ez bi tevgerên xwe hewl didim zimanê xwe fêr bibim. Dema mirov zimanê xwe bi perwerdeyê jî fêr dibin hêrsek çêdibe. Piştî temenekî şûnde fêrkirin jî zehmet e. Gelek ciwanên wek min piştre zimanên xwe fêr dibin. Ferzeke ku em zimanê xwe fêr bibin û ji bo pêşerojê ragihînin heye.”
Divê ciwan fêrî zimanê xwe bibin
Her wiha parêzer Hante Taş jî anî ziman ku sedema nefêrbûna ziman negirtina perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û wiha got: “Dayika min kurdî nizane. Bavê min jî ji ber ku ji temenê biçûk de zext dîtiye zimanê xwe nikare biaxive. Ji ber vê ez jî nikarim biaxivin. Heta ku ji destê ciwanan tê bila zimanê xwe fêr bibin û biaxivin.” AMED