Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Piştî 800 rojan cenazeyê kurê xwe defin kirin

Di 19’ê kanûna 2019’an de li Goristaxa Xerzanê ya Gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, 267 cenazeyên PKK’iyan hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Berê 16 cenaze teslîmî malbatan hatibûn kirin. Duh jî piştî encamên DNA’yê diyar bûn du cenazeyên din jî teslîmî malbatan kirin.

Malbatan 800 roj şûnde (2 sal û 70 roj) cenaze wergirtin û birin gund. Malbatan Cengîz Demîr (Samî) ê di 1999’an de tev li PKK’ê bû û piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di îlona 1999’an de agirbesta yekalî ragihandin jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî ji Stenbolê anîn Amedê. Malbatê cenaze birin Gundê Fîsê yê Licêyê û li mizgefta gund piştî vecibeyên olî pêk anîn cenaze di bin dorpêça erebeyên zirxî yên leşkerî de li goristana gund spartin axê. Endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gelek welatî beşdar bûn. Di merasîmê de leşkeran welatî di GBT’ê re derbaskirin. Malbat dê ji bo kurê xwe li Mala Şînê ya Temira ya Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê îro sersaxiyê qebûl bikin. Şîn dê sê rojan bidome.

Malbata Huseyîn Doner (Sîdar Sîpan) ê di 2014’an de li Kobaniyê di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû jî, dê cenazeyê Doner li gundê Kûndûs ê Xîzan a Bedlîsê defin bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar